1. Jibîrkirin. Kî çi bêje bila bêje. Lê ez dibêjim jibîrkirin. |
|
01.01.2020 01:09 |
gumgumok
|
2. Bêpeywendî û zimanê hişk û tiralî. Bi taybetî ji bo Kurdan dixwazim zimanê wan li hemberî yaran nerm û xweş, li hemberî neyaran hişk û ziwa be. |
|
01.01.2020 13:41 |
dijberîst
|
3. Xwe xapandin, nexweşiyekê pir mezin e. Ji ber ku pişt re mirov bi xwe jî ji van derewan bawer dike rastiya mirov diguhere û nikare li hember alozîyên jiyanê biryarên baş bistîne. Hin caran derûniya mirov jî xirab dibe ji ber vê. |
|
01.01.2020 15:08 ~2020.01.16 13:29 |
rojvanbêrî
|
4. Menfeat: |
|
01.01.2020 17:47 ~17:49 |
merwano
|
5. Lome kirin, nebuna empatîyê. |
|
02.01.2020 11:29 |
azad30
|
6. Ji hal û rewşa xwe ne kêfxweş in. Berê hewqas nexweşî, şer, feqîrî, belengazî, xela û çi û ne çi hebûn lê mirov ji ên îroyîn razîtir bûn. Yanê hewqas rehetî çêbûyê lê çima mirov hewqasî bedbîn in ez fêm nakim. Erê her tişt ne bi dilê me ye lê ne bi wê ecêbê |
|
11 roj berê 12:08 |
çaya germ
|
7. Li wê wextê pir zêde agahdarî/informasyon heye. Mirovên vî wextî tenê di rojekê de rastî agahdariya ku mirovên kevnar di tevahiya jiyana xwe de bi wan re rû bi rû maye dibin. |
|
10 roj berê 11:11 |
cinorek
|
8. Sebeba wê gerdûnîbûn û înternet e. |
|
10 roj berê 15:06 |
bayê xerbî
|
9. Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbijartî ji bo bûyerên welatê an cîhanê hene... wekî din hema hema her sepan li gor kesê yê ku ber ekranê telefonê de be, taybetmendiya wî/ê berhev dike û li gor wî/ê bûyeran/ agahiyan/profîlan ditîne ber çavên wî/ê, da ku meriv li ser ekranê zeliqandî bimîne. algorîtm wî karî dike. Mînak, google li gorî ku bajarê ku tu lê bî pêşniyarên lêgerînê nîşanî te dide. facebook, instagram hwd li gorî tercîhên kesane pêşniyar û reklaman tîne ber hev. Ger meriv saniyeyekê bêtir pisîkan li tiktokê temaşe bike, vîdyoyên wiha dê li ser erkranê we kom bibin. wikipedia û tirsik.net bê algorîtm dixebitin (?), pêşiya her kes heman tişt heye. Dawiya dawîn: ji ber ku her kes di bubble-a xwe de dijî, meriv zêde û zû bi tiştek an mijarek ve mijûl dibe û xwe nav de wenda dike. Meriv dûr dikeve ji têkiliyan derdora xwe û li gor zewqa xwe ye. Ji vî rehetiyê zû bi zû kes dernakeve, di nav de dijî û tenê bi mijarên ku li wir cîh digirin mijûl e. Ez bawerim ev tişt jî fanatîzm, nijadperestî û celebên din ên -îstan pêşve dibin. Wekî din: zêdehî agahiyan li pey hev şopandin, jiyana kesên xerîb bi jiyana xwe miqayese kirin, bê fikir biryar dan, bi hêsanî li pêy şopa fikrekî ketin, di rihetî de mayîn, hema her tişt bûye: pir, kurt, kin, zû, .. hêdî hêdî aqil diçe, empatî diçe, mirovanî diçe û ev dibin sedemên nexweşiyan mîna depresyon.. |
|
10 roj berê 19:32 |
keloş
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |